Li Parîsê fînala çalakiya Rojava li qada Republique hat kirin
Li Parîsê fînala çalakiya Rojava li qada Republique hat kirin
Li Parîsê fînala çalakiya Rojava li qada Republique hat kirin
Li paytexta Fransa Parîsê, çalakiyên li 5 herêmên cuda ji bo Rojava hatin lidarxistin bi mîtîngek li qada La Republique bi dawî bû.
Mîtîng ji aliyê Meclîsa Çandê ya Parîsê ve hat organîzekirin û bi hezaran beşdaran alên PYD'ê hildan û bi dirûşman êrîşên çeteyan şermezar kirin. Di mîtîngê de ji bo alîkariyê dezgehên xwarinê hatin danîn, alîkarî hatin komkirin, dosya û belavokên bi armanca agahdarkirinê hatibûn amadekirin, hatin belavkirin.
Hunermendên ser bi Meclîsa Çandê Hozan Rizgan, Tehir Reşo, Sara û Koma Bermal derketin ser dikê û Serokê Akademiya Kurdistanê ya Parîsê Mûrat Ceylan axaftinek kir.
Ceylan da xuyakirin ku şoreşa li Rojava bi keda şehîdan û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin û destnîşan kir ku Kurdistaniyên li Ewropayê dê bi ruhê seferberiyê xwedî li şoreşa Rojava derkevin.
Çalakî bi dirûşme û govendê bi dawî bû.