Li Parîsê ji bo Ocalan di sê rojan de 45 hezar îmze hatin komkirin

Li Parîsê ji bo Ocalan di sê rojan de 45 hezar îmze hatin komkirin

Kurdên ku bi awayekî çalak beşdarî çalakiyên Fete de l'Humaite (Cejna Mirovahiyê) ya ji aliyê rojnameya komunîst a Fransayê L'Humanite ve hat organîzekirin bûn, ji bo azadiya Ocalan û girtiyên din ên siyasî zêdeyî 45 hezar îmze berhev kirin.

Fete l'Humanite ya di 13-14-15'ê Îlonê de li banliyoya La Courneuve ya Parîsê bi beşdariya bi sedhezaran kesan pêk hat, îsal hem ji bo amadekaran hem jî ji bo Kurdan serketî derbas bû.

Di nava sê rojan de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî îmze hatin berhevkirin. Xebatkarên standa Kurd bi deh hezaran mirovan re têkilî danîn, der barê rewşa Kurdan de agahî dan wan û 45 hezar û 395 îmze berhev kirin.

Par jî di heman çalakliyê de nêzî 35 hezar îmze hatibûn komkirin û bi zêdeyî 100 hezar kesî re têkilî hatibû danîn.