Li Payîzava pîrozbahiya 15'ê Tebaxê
Li Payîzava pîrozbahiya 15'ê Tebaxê
Li Payîzava pîrozbahiya 15'ê Tebaxê
Salvegera pêngava vejînê ya 15'ê Tebaxê, li navçeya Wan Payîzavayê bi şahiyekê hat silavkirin.
Bi boneya salvegera 15'ê Tebaxê rêxistinên BDP'ê yên Artemêtanê û Payîzavayê bi hev re şahiyeke amadekirin. Gelek welatî tevlî şahiyê bûn û cejna xwe pîroz kirin.
Beriya ku şahî destpê bike ji bo şehîdên şoreşê deqeyeke rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê Hevserokê BDP'a Artemetenê Fatîh Şahîn axivî. Şahîn da zanîn ku pêngava 15'ê Tebaxê ji gelê kurd re deriyê azadiyê vekiriye. Piştî Şahîn axaftina xwe bi dawî kir hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya ya Wanê û komên muzîkê yên din bi stranên xwe gel coşandin û gel jî li hemberî stranan govend gerand. Herî dawî hunermend Kadîr Çat derket ser dikê. Dema hunermend derket ser dikê fîşêkên hewayî hat avêtin. Şahî heta derengiyê şevê bi awayeke coş dewam kir.