Li paytexta Kenya Nairobiyê 6 şêr ketin nava taxên bajêr. Her 6 şêr ji aliyê şêniyên taxê ve hatin kuştin. Gelê herêmê bi hinceta şêr bizinan dixwin, pir hêrs bûne û dema şêr dîtin bi riman êrîş kirin.
Heta niha li welêt 2.000 şêr hene, lê Servîsa Jiyana Dirinde ya Kenyayê ragihand ku di salekê de nêzî 100 şêr hatine kuştin. Hinek ji wana jî ji ber nexweşiyan dimirin, hinek jî temenê wan bi dawî dibin.
Li Kenyayê ji ber zêdebûna şêniya mirovan, şêrên li herêmê jî her ku diçin kêmtir dibin. Saziya Jiyana Dirinde ya Kenyayê îdîa kir ku mudaxeleyê şêrên ketine Nairobiyê hatiye kirin, lê nekarîne bigirin.
Saziya ji parastina jiyana dirinde ya li welêt berpirs, ji bo girtina 2 şêrên mê, du yên ciwan û 2 çêlikan pasevan û veterîner şandibû. Lê piştî ku şêran li nêzî paytextê 4 bizin kuştin, li şêran kom bûn.
Xwedîkerê ajalan Francis Kasha, ji ajansa nûçeyan a Reutersê re ragihand ku şêr di demjimêrên serê sibê de hatine û got; “Em li bendê bûn ku rayedar ji bo girtina şêran bên û em kom bûn. Me derdora şêran girt. Lê hin mirov pir hêrs bûn û êrîşê şêran kirin. Êdî kesî nedikarî pêşiya mirovan bigirin."