Li Perava Qîlê Fîlan karesata sersalê: 60 mirî

Li Perava Qîlê Fîlan karesata sersalê: 60 mirî

Li paytexta Abîdjan ya Perava Qîlê (Didan) Fîlan di pîrozbahiyên sersalê de îzdîham derket û 60 kesî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ku rayedaran daye, di nîvê şevê de bûyer qewimiye. Li nêzî standa semdî ya Plateau ya ku pîrozbahî lê pêk dihat, dema qelebalix belav dibû û diçû malên xwe îzdîham pêk hat. Hate hîn bû di dema îzdîhamê de 60 kes ku jê gelek zarok bûn mirine û her wiha ji 250 zêdetir kes jî birîndar bûne.

Li dora Stada Felîx Houphouet ya ku îzdîham lê çêbû de cil û bergê mirovan û xwîn li erdê hebûn. Gelek kesên ku xwestin ji xizmên xwe agahiyê bigirin çûn cihê bûyerê û rayedaran jî di derbarê mijarê de daxuyanî dan û diyar kirin ku, dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.