Li Perûyê keşfa bi xof!

Li Perûyê keşfa bi xof!

Li Peruyê di goristaneke ku nêzî hezar saliye de keşfek hat kirin û her kes li dijî vê matmayî dimîne.

Li Paytexta Lîma ya Peruyê, li Pachacamc ya 30 kîlometreyê nêzî başûrê wê ye di goristaneke hezar salî keşfeke ku mirovan dike nava xofê hate kirin.

Arkeologên k udi goristanê de lêkolîn kirin, gihiştin 80 îskeletên zarokan. Ji nava gelekên wan hêj nû welidîne û wekê xelekekê li dora goristanê hatine definkirin. Serê hemû berê wan bi goristanê de ye.

Ligel îskeletên bebekan, di goristanê de 70 îskeletên ku temenê wan cuda cuda ne hate keşfkirin.

Arkeolog Peter Eeckhout der barê mijarê de axivî û got tu îhtîmal hene. Eeckhout da zanîn ku îhtîmaleke mezin ev e ku bebek ji bo xwedayan kirine qurban, an jî hemû bebekên ku dimirin di vê goristanê de defin kirine. Her wiha diyar kir ku di îskeletan de tespît kirine ku bebekekê ji serê xwe darbe girtiye û jiyana xwe ji dest daye.

Cihê ku goristan lê ye, navendeke girîng ya ku aydê dema beriya Îspyaya mezin ya başûrê Amerîkayê ye û navendeke olÎ, polîtîk û aborî ye.