Li Pilûrê operasyona artêşa Tirk

Li Pilûrê operasyona artêşa Tirk

Endamên TKP/ML'ê wesayîtên mîkserê ku li gundê Kuşluca Pilûra Dêrsimê beton dibirin qereqola cendirmeyan, şewitand. Piştî şewatê li herêmê operasyonên leşkerî hatin destpêkirin.

Endamên TKP/ML'ê li gundê Kuşluca Pilûra Dêrsimê maşîneya mîksera betonê ku ji bo çêkirina avahiya qereqola cendirmeyan beton bar kiribû, şewitandin. Piştî şewatê wesayîtan Tabûra Serfermandariya Tevgera Taybet a Cendirmeyan a Dêrsimê ji bo ku ewlehiya wesayitan bigre û pêşî li çalakiyan bigre li Girê Bazen û Girê Surubabayê dest bi operasyonên leşkerî kirin.

Di derbarê mijarêde Serfermandar daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: "Li gundê Kuşluca Pilûra Dêrsimê di di demjimêr 12:00'ê 23 Îlona 2013'an de wesayîtên mîkserê yên beton dibirin ji bo çêkirina avahiya qereqola Cendirmeyan ji aliyê komek endamên TKP/ML'ê ve hatin şewitandin. Tabûra Serfermandariya Tevgera Taybet a Cendirmeyan a Dêrsimê ji bo ku ewlehiya wesayîtan bigre û pêşî li çalakiyan bigre Tabûra Serfermandariya Tevgera Taybet a Cendirmeyan a Dêrsimê du Tîmên Taybet ên Cendirmeyan erkdar kirine û li Girê Bazen û Girê Surubaba yê di 24 Îlona 2013'an dest bi operasyonên kirine."