Li Pirsûsê gel bazirganên mirovan qewirand
Li Pirsûsê gel bazirganên mirovan qewirand
Li Pirsûsê gel bazirganên mirovan qewirand
Bazirganên ku xwestin Kurdên Rojavayî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Bakurê Kurdistanê bi erzanî di karê pembo de bikar bînin, rastî destwerdana gel hatin û girseya gel ev bazirgan ji herêmê qewirand.
Kurdên ji ber êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê neçar man herêmê biterikînin û derbasî Bakurê Kurdistanê bûn, vê carê jî bi gefa sîmsaran re rû bi rû ne. Sîmsarên mirovan ên dixwazin Kurdên Rojavayî bi erzanî di karê erdê pembo de bikar bînin, hin malbat qanihkirin, hin malbat jî li dijî wan derketin.
Tê gotin ku kesên mijara gotinê ji Dîlok û Edeneyê hatine û li ser giliyên hatin kirin Serokê Rêxistina DBP'ê ya Pirsûsê Îsmaîl Kaplan û rêveberên partiyê bi malbatan re hevdîtin kirin.
Malbatan diyar kirin ku ev kesên mijara gotinê zext li wan kirine ku di karê erdê pembo de bixebitin û ji wan xwestine ku heywanên bi xwe re anîne bi nîv bûhayî bifiroş in. Malbatan dan xuyakirin ku wan ji van sîmsaran re gotine ew ê di demeke kurt de vegerin Rojava, lê belê van kesan bi komên qelebalix ên bi xwe re anîne, gef li wan xwarine. Malbatan ji rêveberiya DBP'ê ya Pirsûsê alîkarî xwest.
'EV POLÎTÎKAYEKE AKP'Ê YE'
Serokê Rêxistina DBP'ê ya Pirsûsê Îsmaîl Kaplan li ser mijarê agahî da û got, "Bazirganên mirovan ên dixwazin mirovên me yên ji derve hatine di karê berhevkirina pembo de bikar bînin, hewl didin rewşa gelê me tê de ye îstîsmar bikin. Li 3 malbatên me zextên giran kirine, lê belê gelê me li hemberî vê zextê li ber xwe dane. Ji malbatan re gotine, 'Xwe amade bikin, wê di demeke nêz de werin pê we'. Em hatin vê derê û me bi van sîmsaran re hevdîtin kirin. Ji me re bi awayekî berfireh vegotin ku kê ew şandine. Li ser mezinbûna nerazîbûna gelê me yê li herêmê, sîmsar neçar man herêmê biterikînin. Gelê me ew ji vê derê qewirand. Dixwestin gelê me ji xaka wan qut bikin, bibin herêmên mîna Edene, Dîlokê. Bi dîtina me ev polîtîkayeke AKP'ê ye. Divê em li hemberî van lîstikan dengê xwe bilind bikin."