Li Pirsûsê gel li ber xwe da, polîsan şûnde gav avêtin
Li Pirsûsê gel li ber xwe da, polîsan şûnde gav avêtin
Li Pirsûsê gel li ber xwe da, polîsan şûnde gav avêtin
Polîsên li Pirsûsê avahiya DBP’ê xistin bin ablukayê û destur nedan ketina wesayîta hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek, li ser berxwedana gel şûnde gav avêt û neçar ma ablukayê rake.
Di saetên sibê de kolana ku avahiya DBP’ê lêbû bi panzer û TOMA’yan xistin bin ablukayê û destur nedan têketina wesayîta ku Kamuran Yuksek têde bû.
Li ser vê li Kolana Cumhuriyetê di nav de parlameter Îbrahîm Bînîcî hebû, girseyeke qerebalix li civiyan.
Yuksel û Bînîcî bi polîsan re nîqaş kir. Dema ku alozî berdewam dikir de polîsan hewlda her du wesayîtan rabike. Lê gel destur neda vê û pêşî li polîsan girtin.
Polîsan kesek binçavkirin û li ser bertekên gel polîsan şûnde gav avêt û abluka rakirin. Yuksel û Bînîcî bi wesayîtên xwe derbasî avahiya DBP’ê bûn û alozî bi dawî bû.