Li Pirsûsê leşker û polîsan êrîşî girseyê kir
Li Pirsûsê leşker û polîsan êrîşî girseyê kir
Li Pirsûsê leşker û polîsan êrîşî girseyê kir
Bi dehhezaran welatî ji bo piştgiriyê bidin gelê Kobanê yê ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê ber xwe didin ber bi navçeya Pirsûsê ya Rihayê ve herikî û li sînor kon veda. Lê Polîs û leşkeran êrîş li kon kir. Li ser êrîşa polîsan pevçûnan destpê kirin.
Polîs û leşkeran êrîş li welatiyên hatin qada konê bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê ya li gundê Ogan a navçeya Pirsûsê ya Rihayê hat vedan kir. Ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê gelek kes di nav rojê de herîkin heremê. Girseya di nav de Parlementerên HDP'ê Îbrahîm Ayhan, Îbrahîm Bînîcî, Faysal Sariyildiz, Ayla Akat Ata Hevseroka KCD'ê Selam Irmak û Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek jî hene rastî êrîşa polîs û leşkerên hatin. Bi sedan polîs û leşkerên sewqî herêmê hatin kirin bêyî hişyariyê bi bombeyên gazê û ava şid êrîş li girseyê kir.
Piştî polîs û leşkeran êrîş li girseyê kir ciwanên di nava girseyê de jî bi keviran bersiva polîs û leşkeran da û dest bi parastina girseyê kirin. Ji ber bombeyên gazê yên zêde hatin bikaranîn gelek welatiyên temenê wan mezin pê bandor bûn. Polîs û leşkeran qada kon dorpêç kir.
Pevçûnên di navbera ciwan û polîsan de berdewam dikin.