Li Pirsûsê mîtînga mezin

Li Pirsûsê mîtînga mezin

Bi armanca piştgiriya berxwedana Kobanê li Pirsûsê mîtîngek mezin pêk tê. Bi sedhezaran kes wê tevlî mîtîngê bibin û mîtîng di 29’ê Îlonê de saet di 10’an de wê destpê bike.

Çalakiyên berxwedana li xeta Pirsûs Kobanê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi tevlîbûna hezaran kesî didome. Bi armanca ku berxwedan bê mezinkirin li navenda Pirsûsê amadekariya mîtîngeke mezin tê kirin. Mîtînga ku wê di 29’ê Îlonê de saet di 10’an de destpê bike ji aliyê DBP’ê ve tê organîzekirin. Tê payîn ku tevlîbûneke mezin pêk bê.