Li Pirsûsê polîsan êrîşî gel kir

Li Pirsûsê polîsan êrîşî gel kir

Leşker û polîsên Tirk bi bombeyên gazê êrîşî bi hezaran kesên li ber avahiya navçeya Pirsûsê ya DBP’ê kom bibûn kir. Di navbera girseya ku piştî êrîşê di nav taxan de belav bû, polîs û leşkerên Tirk de pevçûn didomin. Di vê navberê de ji heyeta YXK’ê ya li Kobanê lêkolîn pêk anîn du kes hatin binçavkirin û ji du kesan jî agahî nayê girtin.

Leşker û polîsên Tirk li gundê Etmanîk ê navçeya Pirsûsa Rihayê piştî êrîşî girseya ji bo piştgirîdayîna berxwedana Kobanê di çalakiyê de ne kir, girse çû Pirsûsê û li ber avahiya DBP’ê kom bû. Polîs û leşkerên Tirk bi bombeyên gazê êrîşî girseya li Pirsûsê kir.

Girseyê ku bênavber dirûşmayên, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Kobanê” gotin, bi kevir, molotofkokteylan bersiva êrîşa polîsan dan û polis jî li gor kêfa xwe bombeyên gazê diavêjin avahiyan.
Pevçûn li nava taxan didomin.

DU ENCADÊN HEYETA YXK’Ê HATIN BINÇAVKIRIN

Di vê navberê de ji heyeta YXK’ê yên ji bo pêşketinên li herêmê li cihê wê lêkolîn bikin çûne wir du kes hatin binçavkirin. YXK’ê diyar kir ku ji du kesan jî agahî nayê girtin. Ji endamên heyetê yên dema êrîşa polîs û leşkerên Tirk a li hemberî girseya li gundê Etmanîk û piştre êrîşa li Pirsûsê dijî gel de li wir bûn Thomas Marburger û Semiye Kocatepe hatin binçavkirin û ji Janîck Krîs û Mucahît Aslan jî ti agahî nayên girtin.

YXK’yiyan diyar kirin ji bo endamên wan bên berdan û bi wan re bikevin nav pêwendiyê wê bikevin nav hewldanan.