Li Qabîlê li dijî biryargeha NATO êrîşa xwekujî

Li Qabîlê li dijî biryargeha NATO êrîşa xwekujî

Li Efxanîstanê di êrîşa xwekujî ya li dijî biryargeha NATO ya li paytext Qabîlê 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê hêza çekdarî ya NATO’yê ya ÎSAF’ê got, bimotosîkletê çalakvanekî xwekuj bombeyên li ser xwe li ber deriyê ketina biryargeha ÎSAF’ê teqand. Berdevk ragihand ku, di teqînê de ji ÎSAF’ê mirî û birîndar çênebûn.

Wezareta Navxweyî ya Efxanîstanê jî aşkera kir ku, di êrîşa herêma Şaş Derekê de 6 sivîl mirine û 5 jî birîndar bûne.

Piştî êrîşê hemû deriyên ketin û derketinê yên Camp Egges ya biryargeha ÎSAF’ê ku 2 hezar û 500 kes tê de ne hatin girtin.

Telîbana êrîş girte serxwe. Berdevkê Telîbana Zabihullah Mucahîd got, di êrîşa li beşa nûnertiyên dîplomatîk pêkhatî de bîroya CÎA’yê hatiye hedef girtin.

Balkêşe ku êrîş tam rastî roja 9’ê Îlona 2001’an ku endamê Telîbana Ahmet Şah Messûd ji aliyê El Qaîdê ve hatibû kuştin hat. Şah Messûd ji aliyê dijberên Telîbana ve weke kesekî qehreman yê li dijî Sovyetê tekoşîndayî tê bibîrxistin.