Li Qabîlê li dijî otelê êrîş: 16 mirî

Li Qabîlê li dijî otelê êrîş: 16 mirî

Rayedarên Efxan ragihandin ku milîtanên Talîbanê li dijî otela li derveyê paytext Qabîlê êrîşek pêk anîn û di encamê de herî kêm 16 kes jiyana xweji dest dan.

Hat ragihandin milîtanên Talîban şeva pênçşemê bi ser otela bi navê Spzhmai ya li herêma Gola Kargayê pêk hat û kesên di otelê de rehîn girtin. Pevçûn bi qasî 12 demjimêran berdewam kir.

Wezareta Navxweyî ya Efxanîstanê ragihand ku milîtanên bi ser otelê de giritn hemû hatine kuştin. Talîbanê berpirsyartiya êrîşê girt ser xwe û diyar kir ku ev otel ji bo “partiyên har” ên dewlemendiyên Efxan û biyaniyan dihat bikaranîn.

Di nava kesên mirin de 4 nobedarên otelê û 4 kesên sivîl hene. Li herêmê bi hevkariya hêzên DYA û NATO’yê operasyon hatin destpêkirin.