Li qada gorên komî xebatên înşatê ji nuve dest pê kir

Li qada gorên komî xebatên înşatê ji nuve dest pê kir

 Li Navçeya Sîwerekê ya Rihayê di kolandina înşaetê ya Baxçeyê Ayvanatê ku di bin kontrola cerdevanan de ye hestiyê nêzî 30 mirovan hatibû dîtin. Li qada gora komî ya di 5'ê Îlonê de hat dîtin, disa xebatên înşatê hat destpêkirin.

Di 5'ê Îlonê de li Baxçeyê Ayvanat ê Navçeya Sîwerega Rihayê di kolandina înşaetekê de hestiyê aynî nêzî 30 mirovan hatibûn dîtin. Li herêma ku di sala 1990'an de wekî qada seyrangehê dihat bikar anîn û di bin kontrola cerdevanan de ye, hestiyên mirovan hatin dîtin. Piştî hestî hatin dîtin Dozgerê Komarê yê Sêweregê yekîneyên Saziya Tipa Edlî şandin cihê kolandinê. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Cemal Babaoglu, diyar kir ku wan di lêkolîn û çavdêriyê de dît ku guman dikin hestî yên aydî kesên di salên 1990'an de hatine revandin û windakirin. Hestiyên hatin dîtin ji bo rapora otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbole.

 Ji ber ku dîsa li qada gora komî înşaetê dest pê kir, ÎHD'a Rihayê li komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. Di civînê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Cemal Babaoglu, diyar kir ku malbatên mexdûr ji bo hestî bên dîtin serî li dozgeriya komarê daye û wiha got: "Divê li qada gora komî bi berfirehî û zirav lêkolîn bê kirin. Divê heta encama lêkolîn û testa DNA'yê bi dawî bibe li wê derê tu înşaet û xebat neyê kirin. Lê hêj lêpirsîn û lêkolîn bi dawî nebûye niha li qadê xebata înşaetê tê meşandin. Em di 21'ê Cotmehê de dîsa çûn herêmê û me lêkolîn kir. Di lêkolînê de hat ditin ku li wir xebata înşaetê didome. Me dît ku karkerên înşaetê li wir dixebitin. "

Babaoglu, da zanîn ku ew wekî ÎHD û malbatan mexdûr dê heta dawî dozê bişopînin û mafê xwe yê hiqûqî bikar bînin.