Li qadên gerîla firînên keşfê, li qereqolan jî veguhastina leşkeran

Li qadên gerîla firînên keşfê, li qereqolan jî veguhastina leşkeran

Artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê balafirên keşfê Heronan difirîne, ji hewayê ve hejmareke zêde leşker li Qereqola Bilican a Çelê bicih kir. Hat hînbûn li Çirav a Şirnexê jî kemîn tê danîn.

Provokasyon û tehrîka artêşa Tirk a li hemberî gerîlayên HPG'ê yên di rewşa bêçalakiyan de ne, dewam dikin. Li herêmên di bin kontrola gerîla de ne firînên balafirên keşfê zêde bûn, li Colemêrg û Şirnexê jî veguhastina leşkerî û kemîn tên kirin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, di 6-7'ê Îlonê de li Heftanîn, Metîna, Zap û Gare yên Herêmên Parastinê yên Medyayê û di 7'ê Îlonê de jî li qada Şemrex a Mêrdînê "artêşa TC ya dagirker" bi balafirên bêmirov, keşif kiriye.

Li navçeya Colemêg Çelê jî, bi helîkopteran leşker li qereqolê hat veguhastin. Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Di 7'ê Îlonê de artêşa TC a dagirker bi helîkopterên Skorsky hejmareke zêde leşker veguhastiye Qereqola Bilican a navçeya Çelê." Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li herêmê dem bi dem bi maşînên zirxî tevgera leşkerî tê xuyakirin.

Hat diyarkirin ku li qada Çirav a Şirnexê jî di 5, 6 û 7'ê Îlonê de artêşa Tirk kemîn daniye. Hat ragihandin ku ev kemîn bi herêmên "Memira" û "Milê Gêrê" hatine kirin.