Li qadên gerîla keşf
Li qadên gerîla keşf
Li qadên gerîla keşf
NÇR HPG, diyar kir ku di 22’ê Îlonê de li ser herêma Xakûrkê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya balafirên keşfê geriyane. NÇR HPG da xuyakirin ku li Zap û Garê jî di 22’ê Îlonê de keşfa saet 10.00’an destpê kir heta vê saetê jî dewam kir. Li hember Qereqola Korxe ya li navçeya Licê ya Amedê tê çêkirin jî bi çekên û yên sûîqestê çalakiyek hat lidarxistin.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya nivîskî ya weşand de got ku 22’ê Îlone saet ji 20.00’an heta 00.30 balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk li herêma Xakûrkê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya keşf pêk anîne. NÇR HPG destnîşan kir ku îro saet ji 07:30’î heta niha jî balafirên bêmirov li ser heman herêmê bi armanca keşfê bi awayekî zêde geriyane.
NÇR HPG, ragihand ku li ser herêma Zap û Garê jî ji saet 10.00’an heta niha bi awayekî navberên diyar balafirên keşfê digerin, 23 Îlonê jî saet di navbera 00:00 û 01:00’ de jî balafirên şer li ser herêma Zapê geriyane.
JI GERÎLAYAN LI DIJÎ ÎNŞAETA QEREQOLÊ ÇALAKÎ
NÇR HPG diyar kir ku li dijî Qereqola Korxe ya li navçeya Licê ya Amedê tê çêkirin di 22’ê Îlonê de saet 14.30’î bi çekên giran û sûîqestê çalakiyeke hişyariyê li dar xistine. NÇR HPG anî ziman ku berî niha jî li dijî înşaeta qereqolê çalakî li dar xistine û got, “Piştî çalakiya gerîlayên me artêşa Tirk bi awayekî bêserûber bi obus û hewanan derdor bombardûman kirine.”
NÇR HPG da xuyakirin ku artêşa Tirk 22’ê Îlonê saet 09.00 li bejahiya gundên Xizrekon û Êzda yên girêdayî Tetwana Bedlîsê operasyonek daye destpêkirin û operasyona saet 16.00’an bêencam vekişiyaye.