Li qadên gerîla keşif
Li qadên gerîla keşif
Li qadên gerîla keşif
Hat ragihandin ku balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk li herêmên Zagros, Xakûrkê, Zap, Heftanîn û Metîna ên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya xebatên keşifê pêk tînin.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) têkildarî keşfên ku artêşa Tirk li hemberî herêmên bin kontrola gerîlan de pêk tîne agahî dan.
Li gor vê balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk ji 14’ê Îlonê ve li ser herêma Zagros keşfan pêk tîne , ji 19’ê Îlonê (îro) saet 02.00 heta danê nîvro ku daxuyanî hat dayîn li Xakûrkê, di navbera 18’ ê Îlonê saet 10.00 û 19’ê Îlonê saet 04.00’an de li Zapê, ji 19’ê Îlonê saet 09.00’an heta niha li herêma Heftanîn û du roj in jî li ser herêma Metîna bi awayekî zêde keşif tên kirin.