Li qadên gerîla keşif, li Nisêbînê zêdekirina hejmara leşkeran
Li qadên gerîla keşif, li Nisêbînê zêdekirina hejmara leşkeran
Li qadên gerîla keşif, li Nisêbînê zêdekirina hejmara leşkeran
Artêşa Tirk ku li herêmên Zap, Heftanîn û Zagrosê bi Heronan keşfê dike, li Nisêbînê jî hejmareke zêde leşker li qereqolekê bicih kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser keşif û veguhastinên leşkerî yên artêşa Tirk ên li dijî gerîlayên di rewşa agirbestê de ne, daxuyaniyek da.
Navendê ragihand ku artêşa Tirk bi balafirên keşfê roja 6'ê Îlonê li ser herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê keşif kiriey û di 8-9'ê Îlone de jî li qadên Heftanîn û Zagrosê bê navber balafirên xwe yên keşfê firandiye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku li navçeya Mêrdîn Nisêbînê jî, hejmareke zêde leşker û alavên leşkerî li qereqolekê hatine bicihkirin û ev agahî hat dayîn, "Di 9'ê Îlonê de, li navçeya Mêrdîn Nisêbînê bi maşînên zirxî leşker û alavên leşkerî li Qereqola Xirabê Alê hatin veguhastin. Di heman rojê de balafirên keşfê yên artêşa Tirk li ser qada Bagokê firiyane."
Ji aliyê din de hat hînbûn ku îro danê sibê saet di 09.00 de li dora navçeya Elezîz Aricakê, helîkopterên Skorsky li qadên Ûçkûla û Topçû Mehmet geriyane.