Li qadên gerîla tevgera balafirên şer û yên keşfê

Li qadên gerîla tevgera balafirên şer û yên keşfê

Tevgera balafirên şer û yên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk li ser Herêmên Parastina Medya û Bakurê Kurdistanê didome. Li herêmên Xakûrkê, Avaşîn, Zagros, Zap, Heftanîn, Gare, Metîna û navçeyên Mêrdînê yên Stewrê û Şemrexê û li qadên Şehîd Brûsk û eyaleta Amedê  tevgera balafirên keşfê yên bêmirov heye.  NÇR-HPG’ê her wiha diyar kir ku li hin herêman jî tevgera balafirên şer heye û diyar kir ku li navçeya Gimgim a Mûşê komeke kontra ku kincên gerîlayan li xwe kirine xebatên kemîndanînê dikin.

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) têkildarî tevgera balafirên bêmirov ên artêşa Tirk ev agahî dan:

23’ê Îlonê li herêma Xakûrkê saet ji 18 .00’an heta 24’ê Îlonê saet 05.00’an tevgera balafirên bêmirov pêk hatiye û ev agahî dan:

“Ji 22’ê Îlonê heta niha li ser herêma Avaşîn balafirên bêmirov geriyane. Her wiha saet di navbera 20.00’an 21.00’an de li ser heman herêmê tevgera balafirên şer pêk hatiye.

23’ê Îlonê saet di navbera 19.30 û 20.00’an de li ser herêma Zagros tevgera balafirên bêmirov û li heman herêmê di saetên danê sibehê de tevgera  helîkopterên skorsky çêbûye.

Di 23’ê Îlonê saet di navbera 19.30 û 00.30’an de li ser herêma Zapê tevgera balafirên bêmirov û saet di navbera 20.30 û 21.30’an de tevgera balafirên şer çêbûye.

23’ê Îlonê saet d inavbera 14.30 û 00.00’an de li herêma Heftanîn balafirên bêmirov li ser xeta Qilabanê sewqiyata leşkerî çêbûye û dîsa helîkopterên Skorsky tevgeriyane.

23’ê Îlonê saet di navbera 11.00 û 13.30’an de û dîsa saet di navbera 19.00 û 00.30’an de li herêma Garê tevgera balafirên bêmirov û saet di navbera 19.30 û 20.30’an de tevgera şer pêk hatiye.

23’ê Îlonê saet di navbera 10.00 û 12.00’an de li ser herêma Metîna balafirên bêmirov geriyane.

23’ê Îonê (îro) saet di navbera 00.00 û 01.00’an de di navbera navçeyên Stewrê û Şemrexê yên Mêrdînê de balafirên bêmirov geriyane.

23’ê Îlonê saet di navbera 15.00 û 15.00’an de li Eyaleta Amedê tevgera balafirên şer çêbûye û li herêma Şehîd Brûsk jî balafirên şer geriyane.”

LI MÛŞÊ XEBATÊN KONTRA

NÇR-HPG’ê diyar kir ku ev hefteyeke li gundê Mîgrako û Kolosîk ên girêda yî navçeya Dêrxas a Mûşê komeke kontra ku kincên gerîla li xwe dikin li gundan  xebatên kemîndanînê dikin. NÇR-HPG’ê destnîşan kir ku li derdora gundên Berîk, Kotmer, Mehyan û Tîrmal ên girêdayî  navçeya Gimgima Mûşê xebatên kemîndanînê pêk anîne û got ku dîsa ji bo qereqolên vê herêmê bi awayekî zêde sewqiyata leşkerî pêk tê.

LI AMEDÊ KEMÎNÊN ZÊDE

NÇR-HPG’ê da xuyakirin ku artêşa Tirk li bejahiya navçeya Pîran a Amedê çend rojin bi awayekî zêde di nav xebatên kemîndanînê de ye û anî ziman ku 23’ê Îlonê li navçeya Licê ya Amedê ji bo Qereqola Korxe gelek sewqiyata leşkerî çêbûye.

NÇR-HPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de got ku artêşa Tirk li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji bo Qereqola Reşadiye sewqiyateke zêde ya leşkerî pêk aniye û wiha dewam kir: “22’ê Îlonê artêşa Tirk li herêma Çiyagewrê ya girêdayî navçeya Xinis a Erziromê bi karwanekî ji 30 wesayîtên zirxî operasyonek daye destpêkirin. Operasyon heman rojê danê êvarê bê encam vekişiyaye.”