Li Qamişlo 65 dibistanan bi zimanê kurdî dest bi perwerdê kirin

Li Qamişlo 65 dibistanan bi zimanê kurdî dest bi perwerdê kirin

 Li Qamişlo 65 dibistanan bi zimanê kurdî dest bi perwerdê kirin

Rayadarên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) da diyar kirin wan li bajarê  Qamişlo, di sala nû ya xwendinê de li 65 dibistanên bajêr û gundên herêmê  de perwerdeya zimanê Kurdî biden.

Bi boneya vebûna dibistanan û destpêkirina sala nû ya xwendinê, SZK diyar kir ku saziya wan dê li 65 dibistanên bajêr û gundên herêma Qamişlo, perwerdeya zimanê Kurdî bide.

Rayedarên SZK'ê destnîşan kirin ku 200 mamostayên zimanê Kurdî dê li taxa Hilêliyê 6, Xerbî 6, Kornêş 12, Enteriyê 8, Qudûr Beg 11, Qanat Elsiwês 7, bajarokê Giresor 5, Girbawî 5, Hîmo 4 û  gundê Nîf 1 dibistanan dersên zimanê Kurdî bidin.