Li Qamişlo bi hezaran kes dikerikin Qada Newrozê
Li Qamişlo bi hezaran kes dikerikin Qada Newrozê
Li Qamişlo bi hezaran kes dikerikin Qada Newrozê
Li Qamişloyê bi hezaran welatiyên ku cil û bergên netewî lixwe kiribûn, berê xwe dan qada Newrozê.
Di saetên serê sibê de bi hezaran welatiyên li Qamişlo ber bi Qada Şehîd Xebat a ku pîrozbahî lê tê lidarxistin ve meşiyan. Wesayîtên ku Yekîtiya Veguhestinê peywîrdar kiribûn ji taxên Qudurberg, Enteriye, Qenaswês, Kornîş û gundên Hîmo, Qîra, Girbawiyê welatî birin cihê pîrozbahiyê.
Li bajêr hemû dikan hatine girtin û esnaf jî dikin cihê qadê.
Li aliyê din hêzên asayîşê li ketin û derketina bajêr noqteyên kontrolê danine. Her wiha 250 metre dûrî qadê noqteya kontrolê hatine dayîn û destûra wesayîtan nayê dayîn. Welatî jî ji çar deriyan dikevin qadê.
Pîrozbahiya ku çapemeniya herêmî û biyanî jî dişopîne, wê bi pêxistina agirê Newrozê destpê bike.