Li Qamişlo çalakiya YPG'ê: 7 çete hatin kuştin

Li Qamişlo çalakiya YPG'ê: 7 çete hatin kuştin

Hêzên YPG'ê şevê din li gundê Til Nesir ku li nêzî gundê Til Îd ê girêdayî bajarê Qamişlo ye li dijî komên çekdar çalakî lidar xistin. Di çalakiya ku li dijî navenda komên çete hate lidarxistin de 7 çete hatin kuştin.

Piştî ku hêzên YPG'ê gundê Uwêyna yê li nêzî gundê Til Îd ji çeteyan rizgar kir, şevê din jî li dijî navendek çeteyan a li gundê Til Nesir çalakiyek bi bandor hate lidarxistin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, di encama çalakiya ku heta saetên serê sibehê dom kir de 7 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.