Li Qamişlo Ciwanan 15'ê Sibatê şermezar kir

Li Qamişlo Ciwanan 15'ê Sibatê şermezar kir

Li bajarê Qamişlo Tevgera Ciwanên Şoreşger bi armanca şermezarkirna salvegera komploya 15'ê Sibatê meşa bi meşaleyî li dar xistin.

Li Qamişlo Tevgera Ciwanên Şoreşger bi armanca şermezarkirina 14'emîn salvegera 15'ê Sibatê duh di saetên şevê de meşeke bi meşaleyi li dar xistin. Meş ji ber mala gel a taxa Qenat Elsiwês  bi beşdariya bi sedn ciwan dest pê kir. Ciwanan ji wir berê xwe dan taxên Enteriyê û Meyselûn û li çerxeriya Elef kom bûn.

 Li ber Çerxeriya Elef  Endamê Kordenîsyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Sîpan Hesen ji meşvanan re axivî û bal kişand ser berxwedana ku Ocalan li Îmraliyê de dide meşandin û diyar kir ku ku komploya li dijî Ocalan li dijî hemû gelê kurde  û da zanîn ku dê ciwanên şoreşger li ser fikrê Ocalan xebatên xwe dewam bikin.

Hesen 14'emîn salvegera komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û  diyar kir ku destkeftiyên gelê Rojavayê Kurdistanê bi keda Ocalane û got:'' deskeftiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi dest xistine û meclisên ku hatine avakirin. Her wiha xebatên saziyên û zimanê kurdî bi ked û felsefeya Ocalan hatiye bidestxistin''.