Li Qamişlo êrîşa bi topên hewanan: Zarokek mir
Li Qamişlo êrîşa bi topên hewanan: Zarokek mir
Li Qamişlo êrîşa bi topên hewanan: Zarokek mir
Îro piştî nîvro 3 topên hewanê li bajarê Qamişlo ketin. Ji ber hewanên hatin avêtin ji heman malbatê zarokekî jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ketin dest, îro saet derdora 16.20’an de 3 topên hewanan li bajarê Qamişlo ketin. Topek li mala welatiyekî ket û zarokekî jiyana xwe ji dest da, ji heman malbatê zilamek û kurê wî ku navên wan nehatin zanîn, birîndar bûn.
Her du topên din jî li cihên cuda yên bajar ketin û zererên madî çêbûn.
Hêzên Asayîşê ku li cihê bûyerê lêkolîn kirin jî, diyar kirin ku di êrîşan de zarokek miriye û 2 kes jî birîndar bûne.