Li Qamişlo sînevîzyona 8’ê Adarê

Li Qamişlo sînevîzyona 8’ê Adarê

Li Qamişloyê di çarçoveya çalakiyên Rêxistina Yekîtiya Star a 8'ê Adarê de, Rêxistina Jina Ciwan sînevziyonek li ser 8'ê Adarê pêşkêş kir.

Li Bajarê Qamişlo Rêxistina Jina Ciwan di Medînet Elşebab de sînevziyonek li ser 8'ê Adarê pêşkêş kir, sînevziyon bi deqîqeyek ya rêzgirtinê destpê kir.

Pişt re endama koordînasyona Rêxistina Jina Ciwan Mizgîn Hesen axivî. Hesen 8'ê Adarê li hemû jinan û bi taybet dayîkên aşitiyê, dayîkên Şehîdan û hemû jinên berxwedêr ên 8'ê Adarê pîroz kir. Hesen di berdewamiya axaftina xwe de balkişande ser rola jinê ya di avakirina civakê de û bi taybet jinên ciwan. Hesen di dawiya axaftina xwe de balkişand ser tundiya li ser jinan û kuştina jinan ya li Qamişlo û got: '' pêwîste qatil werin dadgeh kirin.’’ 

Piştî axaftinan, sînevziyona li ser dîroka jinan û berxwedana damezirênera PKK'ê Sakîna Cansiz hate pêşkêş kirin.