Li Qamişlo teqîn: 1 birîndar
Li Qamişlo teqîn: 1 birîndar
Li Qamişlo teqîn: 1 birîndar
Li sûka Qamişlo teqînek rû da, di encama teqînê de welatiyek birîndar bû û ziyana madî li derdorê çêbû.
Li bazara zêr a Qamişlo di demjimêr 18.20’an de di dikaneke zîv de teqînek rû da. Di encama teqînê de welatiyê bi navê Hina Melkî Reşo birîndar bû, dikana wî bi temamî hilweşiya û ziyana madî li dikanên derdorê çê bû.
Li gorî agahiyên hatine bi destxistin sedema teqînê cereya gazê ya di dikanê debû ye. Hêzên asayîşê çûne cihê bûyerê.