Li Qamişlo teqîn: 2 kes birîndar bûn

Li Qamişlo teqîn: 2 kes birîndar bûn

Li Qamişlo di dema derbasbûna wesayîta ewlekariya bajêr de teqînekê rû da û di encamê de 2 endamên ewlekariyê birîndar bûn.

Li gorî agahiyan duh êvarê, li nêzî Benzînxaneya Mîdya ya li taxa Qudûr Beg, dema wesayîta hêzên ewlekariya bajar a girêdayî Desteya Bilind (DBK) derbas dibû, teqîn pêk hat. Di encama teqînê de 2 endamên ewlekariya sivîl birîndar bûn. Her wiha ziyana madî gihişt wesayîtê. Hate gotin ku teqîn ji ber bombeyê rû daye.