Li Qamişlo teqîn

Li Qamişlo teqîn

 Li taxa Qudurbeg a Qamişlo bombeyeke ku li rex tirimpêla Cigirê Serokê Meclîsa Gel a Qudurbegê Xalid Temo hatibû bicîhkirin, teqiya. Di encama teqînê de Temo birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku ji cihê bûyerê  bi dest ketîne , teqîn saet derdora 09.20’an de pêk hat. Hate diyarkirin ku teqîn ji ber bombeyek ku li rex tirimpêla Cigirê Serokê Meclîsa Gel a Qudurbegê Xalid Temo hatibû bicîhkirin, pêk hatiye. Şahidên bûyerê destnîşan kirin ku dema Temo serê sibehê ji bo ku biçe ser karê xwe ji malê derket û çuye cem tirimpêlê teqîn çêbûye.

Di encama teqînê de Xalid Temo birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.