Li Qamişloyê amadekariya Newrozê didome

Li Qamişloyê amadekariya Newrozê didome

Li Qamişloyê amadekariyên Newrozê berdewam dikin. Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM' ê rêxistinên siyasî û civakî yên netew û pêkhateyên Qamişlo vexwendin şahiya Newrozê.

Di çarçoveya amedekariyên Newrozê de, Komîteya Têkiliyan a Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) kartên vexwendina şahiya Newrozê ku dê di 21'ê Adarê de were lidarxistin, li Partiya Yekîtiya Suryaniyan, Nûnerê Komîteya Hevrêzên Niştimanî a Muxalif, Kombûna Ciwanên Suriya Dayik, Dêra Kildaniyan û komîteya Niştimanî ya Ereb belav kir.

Hemû Partiyên Siyasî û Rêxistinên civakî yên netewên din keyfxweşiya xwe nîşan dan û diyar kirin ku ew keyfxweş dibin ku Newrozê bi gelê kurd re pîroz bikin.

Bi heman armancê Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM' ê beriya niha kartên vexwendina Newrozê li Meclîsa Milî ya Kildanan, Meclîsa Milî ya Ermenan, Mitraniya Suryaniyan, Komeleya Ciwanên Xirîstiyan, Rêxistina Demokratîk a Asûriyan û Mitraniya Ermeniyan belav kiribûn.

Bi heman armancê Komîteya Têkiliyan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) îro di saetên sibê de kartên vexwendina şahiya Newrozê li netewên din belav kirin.