Li Qamişloyê amadekariyên 4’ê Nîsanê

Li Qamişloyê amadekariyên 4’ê Nîsanê

Li bajarê Qamişlo bi munasebeta 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji aliyê Yekîtiya Star ve rêzecivîn hatin lidarxistin.

Rêxistina jinên Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star di çarçoveya bernameyên 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li bajarê Qamişlo rêzecivîn li dar xistin.

Civîn li gundê Hîmo taxên Enteriyê û Xerbî bi tevlîbûna sedan kesan hatin lidarxistin. Di civînan de li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate rawestîn. Di axaftinên ku hatin kirin de her wiha li ser rola Ocalan a ji bo pêşxistin û birêxistinkirina jinê hate rawestîn û têkoşînê hate vegotin.

Di civînan de li ser peyaman Ocalan a di Newrozê de hatibû xwendin hate rawestîn û ji dewleta Tirk hate xwestin ku pêngavên girîng biavêje.