Li Qamişloyê amadekariyên Newrozê didomin
Li Qamişloyê amadekariyên Newrozê didomin
Li Qamişloyê amadekariyên Newrozê didomin
Yekîtiya Veguhestinê ya Qamişlo ku çend roj beriya niha konferans li dar xistibû, bi civînekê rêveberiya xwe hilbijart. Di civînê de cihên wesayîtên ku dê girseyê bibin qada Newrozê jî hatin aşkerakirin.
Yekîtiya Veguhestinê ya Qamişlo li Navenda Şaredariya Gel civînek lidar xist û rêveberiya xwe hilbijartin. Di civînê de encamên konferansa çend roj beriya niha hatibû lidarxistin hatin nîqaşkirin û pişte hilbijartinên rêveberiyê hatin çêkirin. Di encama hilbijartinê de ji bo rêveberiya yekîtiyê 7 kes hatin hilbijartin.
Piştî hilbijartinê di çarçoveya amadekariyên Newrozê de, kîjan şîrketa veguhestinê wê li ku dera bajêr û kîjan gundan welatiyan bibe qada Newrozê, hatin diyarkirin. Li gorî vê yekê cihên ku dê şîrtek welatiyan ji saet 07.00’an ve bibin qada pîrozbahiyê ya Şehîd Xebat wiha ne:
Şîrketa Rafîdeyn: Ji pira meşvanan a Taxa Qenaswês
Şîrketa Jiyan: Ji ber qazxaneya El Cezîre û Mala Gel ên Taxa Enteriyê
Şîrketa Heval: Ji ber Mizgefta Xalit Bin Welîd a Taxa Qudurbeg
Şîrketa Ciwan: Ji ber dermanxaneya Deham a Taxa Kornîş
Şîrketa Hewlêr: Gundê Girbawî
Şîrketa Zana: Gundê Girsor
Şîrketa Îzla: Gundê Hîmo
Şîrketa Dîcle: Gundê Qîra
Şîrketa Dîcle: Gundê Xirbe Iniz
Li cihên ku hatine diyarkirin, wê kesên ku çavdêriyê dikin jî bêne bicîhkirin.