Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo qurbaniyên Helebçeyê meşiyan

Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo qurbaniyên Helebçeyê meşiyan

Li Qamişlo bi hezaran kes ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi slogana, ‘’Em Helebçe ji bîr nakin’’ meşiyan.

Bi armanca bîranîna qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê ku di 16'ê Adara 1988'an de ji aliyê rêjma Iraqê ya Sedam Huseyîn ve bi çêkên kîmyewî hatibûn qetilkirin, li bajarê Qamişlo bi hezaran kes meşiyan. Meşa ku ji aliyê saziyên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve hate organîzekirin. ji ber Mizgefta Qasimo bî deqîqeyek rêzgirtînê destpê kir.

Di meşa ku tevlîbûna jin û zarokan zêde bû de, sloganên wekî ‘’Em Helebçe jibîr nakin’' hatin qîr kirin û pankartên wekî, ‘’Kesên ku azdiyê bixwaze pêwîste qurbaniyan bide’’, ‘’Êşa jin û zarokên Helebçe wê di mejiyê me de bimîne’’, ‘’Berxwedana bi rûmet ji Helebçe heta Rojavayê Kurdistanê’’ hatin vekirin. Meş piştî ku girse di Taxa Xerbî û Kolana Amûdê re derbas bû, li Kolana Munîr Hebîb bidawî bû.

Piştî meşê Cîgirê Serokê Meclisa Gel a Qamişlo Ebdilkerîm Sarûxan axaftinek kir. Sarûxan diyar kir ku, gelek komkujî di meha Adarê de li dijî kurda pêk hatine, niha jî dijminên kurdan dixwazin destkeftiyên gelê Kurd binpê bikin. Di axaftina xwe de Sarûxan bal kişand ser hevkariya di navbera Partiya Azadî (Mistefa Cuma) û dewleta Tirk de û got ku ev hevkarî li dijî gelê Kurd e.