Li Qamişloyê bi hezaran kes meşiyan
Li Qamişloyê bi hezaran kes meşiyan
Li Qamişloyê bi hezaran kes meşiyan
Li Qamişlo bi hezaran kes bi armanca şermezarkirina kesên ku dixwazin bajêr ji şêniyên wê valabikin û nûçeyên derew di nava gel de belavdikin, meşa bi navê ''Qamişlo rûmeta me ye'' li darxistin.
Piştî deqîqeyek rêzgirtinê meşê li ber mizgefta Qasimo destpê kir. meşvanan pankartên '' Domîz îrada ciwanên Rojava temsîl nake, kesên ji şoreşê dûrketine kesên nefs tenikin'' vekirin. Meş li çerxe riya Qermotê bi axaftina endamê komîteya Têkiliyan a Desteya Bilind ya Kurd Îsa Hiso bi dawî bû.
Îsa Hiso di axaftina xwe de balkişand li ser rewşa heyî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û diyar kir ku, Desteya Bilind bi muxalefeta Sûriyeyê re hevdîtinan li dardixe. Di berdewamiya axaftina xwe de Hiso da zanîn ku, YPG hêza hemû gelê herêmêye, Kurd, Ereb û Xiristiyanan diparêzin.
Di dawiya axaftina xwe de Hiso destnîşan kir ku, kesên nûçeyên derew diweşînin dixwazin Qamişlo ji welatiyên wê valabikin, lê bila her kes bizane ku serkeftina Qamişlo serkeftina hemû Rojavayê Kurdistanêye.