Li Qamişloyê bi hezaran li dijî koçberiyê meşiyan

Li Qamişloyê bi hezaran li dijî koçberiyê meşiyan

Li Qamişlo bi hezaran kes bi slogana ‘’Na ji koçberiyê re, erê ji vegerê re‘’ meşa înê li dar xistin.

Duh, li ser banga Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Qamişloyê bi hezaran kes, nûnerên saziyên sivîl, meclîsên gel ên taxan,  rêxistin û kesayetên siyasî û civakî jî di nav de ji ber Mizgefta Qasimo dest bi meşê kirin û meş li meydana Osman Sebrî bi dawî bû.

Di meşê de posterên Rêberê Gel Kurd Abdulah Ocalan û alên kurdî hatin vekirin. Meşvan li meydana Osman Sebrî kom bûn û li vir Cîgirê Serokê Meclîsa Gel a Qamişlo Merî Mihemed axaftinek kir.

Mihemed bal kişand ser hefteya qehremaniyê û fermandarê leşkerî yê Hêzên Rizgariya Kurdistanê Mahsûm Korkmaz (Egîd) bi bîr anî.

Her wiha Mihemd bang li kesên ji Rojavayê Kurdistanê Koçkirine kir daku vegerin malên xwe û di nava şoreşa gelê Rojava de cihê xwe bigirin.