Li Qamişloyê konferansa Meclîsa Tendûristiyê

Li Qamişloyê konferansa Meclîsa Tendûristiyê

Meclisa Tendûristiyê ya Bajarê Qamişlo konferansa xwe ya duyemîn bi slogan "ber bi civakeke tendûristyane ve" li dar xist. Konferans bi beşdarbûna zêdetirî 200 doktor û karmendên tendûristiyê pêk hat.

Meclisa tendûristiyê ya bajarê Qamişlo konferansa xwe ya duyemîn bi slogan "ber bi civakeke tendûristyane ve" li dar xist. Konferans bi beşdarbûna zêdetirî 200 doktor û karmendên tendûristiyê pêk hat.

Di civînê de endama Desteya Bilind a Kurd Sînem Mihemed ji beşdaran re axivî. Doktor Menal Mihemed rapora kar û xebata meclisa tendûristiyê ya sala buhurî ji beşdaran re xwend. Piştî xwendina raporê beşdaran mijar û xalên di rojeva konferansê de guftûgo kirin.

Beşdarên konferansê rewşa tendûristiyê li herêmê,  nexweşxaneyên bajarê Qamişlo, kêmbûna dermanan, mijara paqijiya bajêr, ava vexwarinê û şêwazên çareserkirina van pirsgirêkan bi awayekî berfereh guftûgo kirin.

Beşdarên Konferansê rewşa Meclisa Tendûristiyê ya rêxistinî jî gufttûgokirin û biryar dan ku hejmara komîteyên pispor zêde bikin, herweha di komîteya rêveber a meclisê de  wê 40 kes ciyê xwe têde bigrin.

Konferansa meclisa Tendûristiya bajarê Qamişlo bang li saziyên navneteweyî kir ku destê alîkariya tendûristî dirêjî herêmên Rojava bikin.

Herweha bang li Desteya Bilind a Kurd hat kirin ku di warê alîkariyê de bi erka xwe rabe.