Li Qamişloyê piştî Newrozê êrîş
Li Qamişloyê piştî Newrozê êrîş
Li Qamişloyê piştî Newrozê êrîş
Welatiyên ji pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Qamişlo vedigeriyan li Taxa Elaya rastî êrîşa hevkarên Rejîma Baas a Sûriyeyê hatin.
Duh li Qamişloyê piştî pîrozbahiyên Newrozê ku ji pêkhateyên bajêr bi deh hezaran kes tevlî bûn, welatiyên vedigeriyan malên xwe li Taxa Elaya rastî êrîşa hevkarên Rejîma Baasê hatin. Di êrîşê de koma navborî alên di destê welatiyan de ji wan girtin û avêtin erdê. Li ser vê yekê welatiyan agahî da hêzên YPG’ê. Piştî ku yekîneya YPG’ê ku hate cihê bûyerê koma êrîşkar gule berdan hewa.
Di encama gulebaranê de şervaneke YPG’ê bi sivikî birîndar bû. Her wiha welatiyek jî ji destê xwe birîndar bû.
Piştî êrîşê hêzên YPG’ê êrîşkarên ku reviyan nava taxê dorpêç kirin û ji şêniyên taxê xwestin ku êrîşkaran teslîm bikin.