Li Qamişloyê şaredariya gel
Li Qamişloyê şaredariya gel
Li Qamişloyê şaredariya gel
Li bajarê Qamişlo ku bajarê herî mezin ê Rojavayê Kurdistanê ye û bi koçberiyê şêniya wê zêde bûye, ji bo çareseriya pirsgirêkan şaredartiya gel pêş dikeve. Şaredariya ku 4 meh beriya niha hatiye avakirin, li her taxekê komîte avakirine û bi beşdariya 300 kesan xebatên bingehîn dimeşîne. Şaredarî bi vê yekê armanc dike ku di çarçoveya sîstema xweseriya demokratîk de bajarekî mînak derxîne holê.
Li Rojavayê Kurdistanê piştî ku di 19’ê Tîrmehê de gel rêveberiyên bajaran bidest xistin û dest bi avakirina sîstema xweseriya demokratîk kir, xebatên şaredartiya gel ku yek ji lingên esasî yên vê sîstemê ne jî, pêş dikevin.
Yek ji bajarên ku ev xebat lê têne meşandin jî Qamişlo ye. Taybetmendiya Qamişlo ew e ku bajarê herî mezin ê Rojavayê Kurdistanê ye. Her çiqasî hîn bermahiyên rejîmê li vî bajarî mabin jî, di fîîlîyatê de rêveberiya bajar di destê gel de ye.
ŞÊNIYA BAJÊR 4 QAT ZÊDETIR BÛYE
Li gorî hejmara di sala 2010’an de hatiye kirin, şêniya Qamişlo 223 hezar, lê bi taybetî bi koçberiya dawî ya ji ber şer û pevçûnên li Sûriyeyê pêk hatiye, tê gotin ku ev hejmar derketiye 800 hezarî. Lewre jî pirsgirêkên bajêr zêde bûne. Meclîsa Gel jî hewl dide ku di çarçoveya avakirina sîstema xweseriya demokratîk de hem pirsgirêkan çareser bike hem jî bajarekî mînak derxîne holê. Bi vê armancê jî xebatên şaredartiya gel hatine destpêkirin.
4 MEH BERIYA NIHA HATE AVAKIRIN
Şaredariya Gel di dawiya meha îlonê ya sala 2012’an de hatiye avakirin. Şaredarî bi şêwazê meclîsê ku ji 9 kesan pêk tê hatiye birêxistinkirin. Di nava meclîsê ku ji hiqûqnas, muhendis, esnafan pêk de her 6 mehan carekê rêveberek berdevkiyê dike. Di nava meclîsê de welatiyên Ermenî, Ereb û Mesîhî jî hene.
LI HER TAXEKÊ KOMÎTE HATINE AVAKIRIN
Xebatên şaredariyê, di çarçoveya sîstema nû de, li ser esasê tevlîbûna gel têne meşandin. Li gorî sîstema meclîsan bajarê Qamişlo wekî 6 herêmên xebatê hatiye dabeşkirin û li her herêmekê malên gel hatine avakirin. Şaredariya bajêr jî, li gorî vê sîstemê li 6 herêman di nava xebatên malên gel de komîteyên xwe ava kirine. Endamên Meclîsa Şaredariyê jî di nava xwe de karbeşî kiriye û her yek ji karekî berpirsyar e.
HER HEFTEYÊ RAPOR TÊN DAYÎN
Sîstema şaredariyê hîn tam rûneniştiye, lewre ji bo niha xebatên bingehîn ên wekî paqijiya bajêr, pirsgirêka av, ceryan, binesaziya bajêr, çêkirina avahiyan, bajarvaniya li gorî plansaziyê dide meşandin. Niha li tevahiya bajêr nêzî 300 kes di xebatên şaredariyê de kar dikin. Her komîteyek şaredariyê ku di nava malên gel de xebatên xwe dimeşînin, her hefteyê raporên xwe pêşkêşî meclîsa şaredariyê dikin. Meclîs jî di civînên xwe de van raporan dinirxîne û plansaziyên nû derdixîne.
BERDEVKÊ MECLÎSA ŞAREDARIYÊ: BI KOÇBERIYÊ RE PIRSGIRÊK ZÊDE BÛNE
Berdevkê Şaredariya Gel a Qamişlo Cemîl Îbrahîm, diyar kir ku ji bajarên Sûriyeyê gelek kesan koçî bajarê wan kiriye, loma pirsgirêkên çop, av, ceryan, avahî û hwd. zêde bûne. Cemîl Îbrahîm, destnîşan kir ku karê şaredariyê jî bi vê re girantir dibe û wiha dom kir: “Bajarê me ketiye rewşeke gelekî nexweş, ji paqijiyê heta tenduristî, av, ceryan, aborî gelek pirsgirêk tên jiyandin. Dewlet nemaye, em jî hewl didin pirsgirêkan li gorî derfetan çareser bikin.”
‘EM SÎSTEMEK NÛ AVA DIKIN’
Cemîl Îbrahîm, da zanîn ku ew di çarçoveya avakirina sîstema nû de xebatên şaredariyê didin meşandin û tevlîbûna gel esas digirin. Îbrahîn, anî ziman ku ew armanc dikin di demeke kurt de kar û barên xwe li gorî sîstema xweseriyê, bi awayekî birêkûpêktir bidin meşandin û bajarekî mînak derxînin holê.
Îbrahîm, bal kişand ku gel êdî hemû pirsgirêkên xwe ji komîteyên şaredariyê re tîne û ev jî serkeftina sîstema wan nîşan dide.