Li Qamişloyê zarokek 14 mehî di şewatê de jiyana xwe ji des tda

Li Qamişloyê zarokek 14 mehî di şewatê de jiyana xwe ji des tda

Li bajarê Qamişlo, agir bi mala welatiyê bi navê Ferhad Yûsif Abdala ket. Di encama şewatê de zarokê 14 mehî jiyana xwe ji dest da û kalemêrek birîndar bû.

Li taxa Qenat Siwês a Qamişlo ji ber elektrîkê, agir bi mala welatiyê bi navê Ferhad Abdala Yûsif ket, tevî hemû hewldana jî kurê Ferhad ê 14 mehî jiyana xwe ji dest da û bavê wî yê êxtiyar birîndar bû  û ew rakirin nexweşxaneya Qamişloyê.

Dema agir bi xanî ket Ferhad li ser karê xwe bû û hevsera wî Nisrîn ji bo ku nan ji malê re bîne, berê xwe dabû firina taxê. 

Rewşa Ferhad Yûsif ya aborî, bi armanca derman kirina bavê xwe yê nexweş xaniyê xwe firotibû û di xaniyê kirê de tevî zarokên xwe jiyan dikir.

Endamê Komîteya Xizmetan ya Desteya Bilind a Kurd(DBK) diyar kir ku ewê alîkariya malbatê bikin.