Li qampên Sêmêlê û Girê Gewrê bikaranîna dengan tê astengkirin

Li qampên Sêmêlê û Girê Gewrê bikaranîna dengan tê astengkirin

Li Herêma Federal a Kurdistanê îro serê sibehê gel ji bo bikaranîna dengên xwe çûn ser sindoqan. Hate ragihandin ku li kampên penaberan yên Girê Gewrê û Sêmêlê destur nehatiye dayîn ku gel dengên xwe bi kar bîne.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di hilbijartinên derbasbûyî de destur hatiye dayîn ku penaberên li kampên Girê Gewrê û Sêmêlê dengên xwe bikarbînin. Lê vê carê rastî astengiyan hatin. Xwecihên kampan ku rê nayê dayîn biçin ser sindoqan, ew jî ji vê yekê PDK’ê berpirs dibînin.