Li Qeladizê komploya 15’ê Sibatê hate şermezar kirin
Li Qeladizê komploya 15’ê Sibatê hate şermezar kirin
Li Qeladizê komploya 15’ê Sibatê hate şermezar kirin
Li bajarokê Qeladizê yê navçeya Ranya ya girêdayî Silêmaniyê bi pêşengiya Tevgera Hemwelatên Azad û Yeksan duh li ser komploya 15’ê Sibatê semînerek hate dayîn.
Bi armanca şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê bi pêşengiya Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan, bi beşdarbûna gelê Qeladizê duh li bajarokê Qeladizê yê navçeya Ranya bi pêşkeşkirina Endamê Konseya Rêveber ya Koma Civakên Kurdistan (KCK) Xebat Hewlêrî semînerek hate li darxistin. Semîner bi rêzgirtina ji pakrewanên jibo azadiya gelê Kurd jiyana xwe ji dest dane hate destpêkirin. Piştî rêzgirtinê ji aliyê Şêx Mihemed Beste ve li ser komployên dijmin û dagirkerên Kurdisanê axiftinek hate kirin. Beste diyar kir ku, dijminên gelê Kurd hertim bi şehîdxistina rêberê serhildan û şoreşan bizava gelê Kurd tune kiriye û wiha berdewam kir; “Lê ev hesabên wana yên bi heman şêweyî dixwestin bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bizava azadixwaza Kurd PKK’ê tune bikin, pûç derket.”
Herwiha piştî axaftina beste endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Xebat Hewlêrî dest bi pêşkeşkirina semînerê kir. Hewlêrî diyar kir ku, mixabin gelê Kurd bi dirêjahiya dîrokê de di bin çewisandin, koçberî, komplo û kuştinê de jiyane û wiha axivî; “Sedemê herî mezin yê ku dijminên gelê Kurd bi asanî dikarin rêberên me dîl bigrin yek ne bûyin, xiyanet û xwe firotina jibo dagirkerên Kurdistanê ya Kurdan bû.” Hewlêrî diyar kir ku, niha li Rojhilata Navîn pêvajoyek nû hatiye destpê kirin û wiha got: “Nexşeya Rojhilata Navîn di nav guhertinekê de ye. Yek ji van guhertinên ku çêbibin jî Kurdistane ku bi destê gelê Kurd wê were guhertin.”
Mihemed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku, roja 15’ê Sibatê ku di encamê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên navnetewî ve radestî Tirkiyê hate kirin nêzîk dibe. Bi vê bûneyê Hewlêrî da zanîn ku, bila hemû dijminên gelê Kurd bitaybet ew dewletên ku cihê xwe di komploya 15’ê Sibatê de girtine baş bizanibin ku hesabên wana pûç bûn, bizava azadixwaz a gelê Kurd bihêz û mezin bû û her ku diçe xwediderketina gelê Kurd ya jibo Rêber Apo zêdetir dibe. Bi vê boneyê Hewlêrî komploya 15’ê Sibatê bi awayek tund şermezar kir û bang li hemû gelê Kurd kir ku, di roja reş 15’ê Sibatê de bibin dengê azadiya Rêber Apo.