Li Qeladizê şahiya PÇDK'ê
Li Qeladizê şahiya PÇDK'ê
Li Qeladizê şahiya PÇDK'ê
Li bajarê Qeladizê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi beşdariya Hevserokê PÇDK'ê Diyar Xerîb û namzetên partiyê, şahiyek hat lidarxistin.
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Qeladizê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) li herêma Gerekê Raperîn şahiyek lidar xist. Di şahiyê de Hevserokê PÇDK'ê Diyar Xerîb, namzetên lîsteya 113'an a PÇDK'ê Tîrîfa Îbrahîm, Xalid Mûstafa û Mehmed Hecî Emîn amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê, şahiyê bi axaftina Hevserokê PÇDK'ê Diyar Xerîb destpê kir. Piştre bi dorê namzetên PÇDK'ê Tîrîfa Îbrahîm, Xalid Mûstafa û Mehmed Hecî Emîn derketin ser dikê û nêrîn, pêşniyar û projeyên xwe ji gel re vegotin.
Li dû axaftinan hunermendên herêmî Berhem Şemamî û Koma Bêstûn derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Şahî heta derengiya şevê bi coşeke mezin dewam kir.