Li Qeladizê wêneyên namzetên PÇDK'ê hatin daxistin
Li Qeladizê wêneyên namzetên PÇDK'ê hatin daxistin
Li Qeladizê wêneyên namzetên PÇDK'ê hatin daxistin
Xweranegirtina li xebatên hilbijartinê yên PÇDK'ê li gelemperiya Başûrê Kurdistanê zêde dibe. Vê carê jî alîgirên YNK'ê li Qeladizê wêneyên namzetên PÇDK'ê yên daliqandî, daxistin.
Li Qeladizê, wêneyên namzetên Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) ji dar ve hatin xistin. Hat ragihandin ku alîgirên Yekitî Niştimanî Kurdistan YNK'ê wêneyê namzetên PÇDK'ê daxistiye û di şûna wê de wêneyên namzetên xwe bi dar ve kirine.
Alîgirekî PÇDK'ê yê Qeladizê Alî Qadir der barê mijarê de agahî da û diyar kir ku astengiyên li pêşiya wan tên derxistin, ji ber tirsa deshilatdariyê ji PÇDK'ê ye û destnîşan kir ku çi dibe bila bibe dê PÇDK biçe parlamentê.