Li Qeledizê 15’ê Sibatê bi meşekê hat şermezarkirin
Li Qeledizê 15’ê Sibatê bi meşekê hat şermezarkirin
Li Qeledizê 15’ê Sibatê bi meşekê hat şermezarkirin
Li Başûrê Kurdistan bajarê Qeledizê, 15’ê Sibatê bi meşek girseyî hat şermezarkirin. Gelê Ranya û Qada Meredo jî tevlê meşê bûn. Meşa ku ji aliyê Hemwelatiya Azad û Yeksan û RJAK’ê ve hate organîzkirin, gel ji Senterê Genca dest pê kir û heta Baxê Giştî berdewam kir.
Di meşê de wêneyê Rêberê gelê Kurt Abdullah Ocalan hate rakirin. Her wiha wêneyê her sê siyasetmendarên jin ên Kurd ku li Parîsê hatibûn qetilkirin û wêneyê Vîyan Soran jî hat hildan. Dîsa di meşêda alên PÇDK û RJAK’ê hate hildan. Piştî meş gihîşt Bagê Giştî yê bajarê Qeledizê daxuyaniya çapemenî hat dayîn. Daxuyanî ciwanên PÇDK, RJAK, Hemwelatîya Azat ve hat xwendin.
Di serî de daxuyaniya PÇDK ji aliyê Şex Mehemd Bestadê ve hat xwandin. Piştre ya Hemwelatiya Azat ji aliyê endamê hemwelatiya azad Silêman Wertê da hat xwandin. Daxuyaniya RJAK jî ji aliyê Awaz İsmaîl da hat xwendin. Dawiyê jî daxuyaniya ciwanên welatparêz hat xwendin.