Li Qelqeliyê îdiaya 'leşker xwe xist'

Li Qelqeliyê îdiaya 'leşker xwe xist'

Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê li navenda leşkerî hat îdiakirin ku leşkerê bi navê Mustafa Eroglu gule berdaye xwe û giran birîndar bûye.

Li gorî agahiyan, li navenda leşkerî ya navçeya Qelqeliya Wanê saet di 11.30 an de leşkerê bi navê Mustafa Eroglu xwe kuşt. Hat zanin ku leşkerê ji Nîgde dema nobet digirt bi sîlihê gule berda xwe. Eroglu bi ambulansê şandin nexweşxaneya dewletê ya Ozalpê. Lê ji vir jî bi ambûlansê rakirin nexweşxaneya Zanîngiha Lêkolînê ya Yuzuncu Yilê ya Wanê.
Qeymeqamê Wanê Îsmail Çîçek û rêveberê lişkerê yê navçeyê Alî Taşyurek, hatin nexweşxanê û der barê leşkerê birîndar de agahî girtin. Di wê navberê de dê leşkerê birîndar bi balefirê rakiribana Wanê. Lê ji ber rewşa hewayê nexweş bû ranekirin. Bijîşk jî anî ziman ku gule li aliyê rastê yê singa leşker ketiye û birîndar bûye. Doktoran anîn ziman ku rewşa leşker nebaşe. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.