Li Qendîl 3 gerîla bi merasîmek girseyî hatin oxirkirin

Li Qendîl 3 gerîla bi merasîmek girseyî hatin oxirkirin

Sê gerîlayên HPG-YJA-Star ên li herêma Mexmûrê di encama operasyona li dijî çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest dan bi karwanek mezin ya wesayîtan ve li Goristana şehîd Mehmet Karasungur ya Qendîlê sipartin axê. Di merasîmê de endamê Desteya Rêveber ya KCK’ê Sabrî Ok axivî û got, “îro xewna gelê Kurd pêk tê. Di cepheyekê de gerîla û pêşmerge şer dikin. Ev pêvajoyekî pir girîng û dîrokî ye.” Ok got, “Pêwîst e gelê Kurd ji bo berjewendiyê gelê Kurd bixebite û Kongreya Neteweyî her wiha hêza parastina hevbeş ava bike.” Ok destnîşan kir ku, ew ji bo vê yekê amade ne.

Sê gerîlayên HPG-YJA-Star ên 12’ê Îlonê di demjimêr 03.00’ê şev de di encama operasyonek hevbeş a gerîlayên HPG’ê, hêza parastina Mexmûrê û Pêşmergeyan li dijî çeteyên DAIŞ’ê li herêma Mexmûrê hatibû pêkanîn jiyana xwe ji dest dabûn li destpêkê di demjimêr 10.00’an de merasîmek li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem pêk hat. Piştî merasimê bi dehan wesayîtan cenazeyê gerîlayê HPG’ê Diyar Efrîn birin Nexweşxaneya Rizgari ya li Hewlêrê. Li vir jî li gel du cenazeyên gerîlayên HPG’e û YJA Starê Siyabend Colemêrg û Awesta Harun bi karwanek bi sedan wesayîtan ber bi Qendîlê ve ketin rê. Hemû wesayîtên ketin rê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YJA-Star, PÇDK, bi wesayîtên xwe vekirin û bi dirûşmayên, ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana Mexmûrê’, ‘Bijî berxwedana Şengalê’ ber bi Qendîlê rê ketin.

Karwana ku sê ambulans jî li gel bûm, li her devera ku têre derbas dibûn rastî pêşwaziyek pir mezin dihatin. Û ew jî bi wesayîtên xwe tevlî karwanê dibûn. Karwana wesayîtên gerîlayan di demjimêr 16.00’an de giha çiyayê Qendîl şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasungur. Darbestên her sê hevalan bi sloganên ‘Şehîd namirin’ ‘Bijî Serok Apo’ li ser milên gel û rêhevalên wan heya Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasungur anîn.

Endamê Desteya Rêveber ya KCK’ê Sabrî Ok, Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Alî Haydar Kaytan. Endama Desteya Rêveber ya KCK’ê Fatma Adir, koordînasyona KJK’ê Roza Pinar, endama Konseya HPG/YJA STAR Hêzil Dêrsim, her wiha bi sedan gerîla û bi sedan gel beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de li ser navê KCK’ê Sabrî Ok axivî û got: hinek hevalên me ên qehreman û pêşmergeyên me jiyana xwe ji dest dan. Hevala Avesta hevalek Rojhilat bû, fermandarê bolukê bû, hevalê Siyabend hevalek yê Bakur bû, heval Diyar hevalek ji Rojava bû. Em bejna xwe li hember her sê şehîdan ditewînin. Îro li Rojhilata Navîn taybet li Kurdistanê pêvajoyek dîrokî diqewime. Dijminê gelê Kurd li Rojava êrîşî gel kirin û berxwedanek pir mezin gelê me nîşan dan. Li vir tu caran DAIŞ bi ser neket û her tim hate şikandin. Li rojava YPG-YPJ berxwedanek pir mezin nîşan da û êrîşên çeteyan şikandin. Piştî wê êrişî Başûrê Kurdistanê kirin. Çeteyan li Şengalê gelê me yê Êzidî qetilkirin, bi hezaran koçber bû. Lê li Şengalê weke HPG-YJA STAR-YPG-YPJ-Pêşmerge di yek cepheyekî de li dijî çeteyan şer kirin.Êrîşên çeteyan şikandin. Hê ev şer berdewam e.  Bi rastî ev tiştekî pir girîng û dîrokîye. Xewn û xeyala gelê Kurd îro pêk tê. Li ser vê berxwedan û xwîna şehîdan ji vir şûnde tu kes nikare berjewendiyên rêxisitn û parçeyan ji xwe re esas bigire. Ya girîng demokratîkbûna herêmê  û azadiya gelê Kurd e. Ne tenê gelê Kurd jî gelê Ermenî, Asurî û Tirkmenan jî. Bi hev re di nava azadî û demokrasiyê de dijîn. Ev şerê vê ye. Bingeha vê weke gelê Kurd hatiye avakirin. Hem aliyê neteweyî, siyasî û leşkerî bingehê vê heye. Derfetê vê hene. Tu kes nikare çavên xwe ji vê re bigire, nebîne. Bi berpirsyartiyek mezin û dîrokî. Em weke PKK û tevgera Apoyî her tim ji vê re amade ne. Em bawer dikin dê rêxistinên din jî ji vir şûnde berpirsyartiyên xwe baştir pêk bînin, bi rastî bîranîna şehîdan parastina Kurdistanê û azadiya Kurdistanê bigirin ber çavan û bi wî şêwazî bibin bersiv. Ji Şengal, Mexmûr, Xaneqîn, Koban, Dêrikê hemû aliyê Kurdistanê, çiyayên Kurdistanê berxwedanek heye. Eger ew rih û ew rihê tekoşîn û berxwedanê ew bawerî hebe, tu carî nikarin pişta gelê Kurd, îradeya gelê Kurd bişkênin. Heta niha nikarîne bişkînin ji niha şûnde qet nikarin bişkînin. Lê pêwîst e xort û keçên Kurd, pir û jinên Kurd bibin yek û berjewendiyê gelê Kurd li ser her tiştî bigirin. Li ser vî bingehê bêguman dê gelê Kurd hemû êrîşan vala derxîne û azadi û serxwebûn xwe xurt bike û bibin hêjayî şehîdên Kurdistanê. Careke din ez bejna xwe li hember şehîdan ditewînim. Û hemû gelê Kurd re dibêjim bila bi şehîdan em serbilind bin, ew îrade ew têkoşîna û ew rih dê her tim serbikeve û tu kes û hêz nikarin li hember gelê Kurd bi ser kevin. Gelê Kurd mafdar e, çavên wî li axa tu kesê nîne, ew parastina axa xwe dikin. Em careke din weke gelê Kurd destê xwe bidin hev, hemû nasname, hemû ol bi hev re weke bira di nava wekhevî û demokrasiyê de bijîn. Di jiyan, têkoşîn û berxwedana destê hev bigirin xwe xurt bikin. Careke din li ser vî esasî ez dibêjim, yekîtiya gelê Kurd, kongreya neteweyî, hêzê parastinê ya hevbeş em ava bikin, bila çavên gelê Kurd li ser rêxistina gelê Kurd be û em ji vê re amade ne. Ez dibêjim, azadî û serxwebûn ya gelê Kurd e, şehîd namirin bijî Serok Apo.” Piştî axaftina Ok gel û gerîlayan bi hev re dirûşm qîrkirin.

Piştî axaftina Endamê Desteya Rêveber ya KCK’ê Sabrî Ok, endamê Polîtburoya YNK’ê Loqman Wertî axivî. Loqman Wertî da diyarkirin ku, “Van sê qehremanan û pêşmergeyan ji bo parastina xaka Kurdistanê ya pîroz canê xwe feda kirin.” Loqman got, “Li Kerkûk, Xaneqîn, Mexmûr, Şengal, Dêrik, Kobanî şervanên YPG’ê, gerilayên HPG-Yja-star û pêşmerge bi fedaiyan e li hemberî êrîşên dijminên Kurdistanê û rêxistina terorîstî ya DAIŞ'ê di cepheyên pêş de xaka Kurdistanê diparêzin. Em bi vê gelek şanaz û serbilindin. Pêwîst e em ew yekîtiya gelê Kurd a hatiye avakirin biparêzin.” Loqman di axaftina xwe de bal kişand ser ku, “ Ew hêvî dikin dê demek nêz de deriyê Îmraliyê vebe û Serok Apo azad bibe û gelê Kurd bigehe azadiya xwe.”

Piştî axaftinan gel bênavber dirûşm gotin, û her sê gerîla jî ji aliyê rêhevalên wan û gel ve sipartin axê.