Li Qendîlê ji bo xwendekaran semînera derbarê komploya navneteweyî de

Li Qendîlê ji bo xwendekaran semînera derbarê komploya navneteweyî de

Li gundê Wesanê ya girêdayî dola Balayan semînerek der barê dîroka komployê û di dîroka komploya navnetewî ya di sala 1999’an de ya ku bi dîl girtina Rêberê gelê kurd Abdulah Ocalan bi encam bûye de,  ji xwendekarên gundê Wesanê ya dibistana navendî û lîseyê re hate dayîn.

Xwendekarên vê dibistanê beşek ji demên dersên xwe ji vê semînerê re veqetandin û li hember ravekirina dîroka komploya navnetewî ya ku li ser Rêberê gelê kurd û Rêberê şoreşên din yên di Kurdistanê de pêş ketine de eleqeyeke mezin nîşan dan.  Semîner ji aliyê endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan  a KCK’ê Xebat Hewlêr ve bi rêve çû. Semîner bi deqeyek rêz girtinê ya ji bo şehîdan dest pê kir.

Beriya ku semîner were dest pêkirin midûrê dibistana Wesanê yê bi navê Karox axivî û got:“ Pêwîste ku hemû xwendevanên me baş li vê semînerê guhdar bikin, ji ber ev jî yek ji waneyên me yên dîrokê ye.  Divê em hemû jî di zanebûna dîroka xwe de xwedî zanebûn bin, ji ber ku em neçarin ku ji dîroka xwe dersan derxînin.”

BI KOMPLOYÊ GELÊ KURD HEDEF HAT GIRTIN

Xebat Hewlêr di semînerê de wiha dest bi gotinên xwe kir: “ Piştî çend rojan dê komploya navnetewî 14 salan li pişt xwe bihêle. Roja 15’ê sibatê ne tenê kesayetek yan jî rojek nîne ku komplo li ser pêk hatibe, berovajî ev komplo li ser hemû gelê kurd pêk hatiye. Ji bo em dîroka komploya 15’ê sibatê fêm bikin pêwîst dike ku em rastiyên dîrokî yên di Kurdistanê de pêk hatine baş nas bikin. Di sedsala 20’an de gelek şer, pevçûn û peyman pêk hatine, pir gelan şoreş kirin û azad bûn. Lê ji bo gelê kurd ev sedsal gelek cûda bû. Ji ber planên mezin yên li ser gelê kurd bi rêve çû û pêk hatin. Di vê sedsalê de di serî de axa Kurdistanê hate perçe kirin. Ev jî li gorî berjewendiyên hêzên navnetewî yên cîhanê pêk hatin. Di planên hêzên desthilatdar de derfet hate dayîn ku dewleta tirk qirkirina kurdan rewa bibîne. Ji  ber di dîroka Kurdistanê de bi riya komployê Şêx Seîd dikşînin nava şer û serhildanê.  Her wiha kesên ku dixwazin ku di hemû cîhanê de serwer bibe divê di serî de di Rojhilata Navîn de xwe serwer bike. Ji ber vê hemû plan li ser vê herêmê pêk hatine û di serî de jî gelê kurd ji xwe re kirine hedef.”

HESABÊN WAN VALA DERKETIN

Xebat Hewlêr di der barê armancên hilweşandina tevgera azadî û bê hêvî hîştina gelê kurd de jî wiha got: “Dema ku em li dîrokê dinêrin emê bibînin ku hemû şoreş û serhildan piştî ku rêber û serokên wan hatine girtin yan jî çûna ber sêdarê, şoreş jî hatine binxistin. Ji ber vê hate gotin ku wê piştî Rêberê Gelê Kurd were girtin wê tevgera azadiyê jî di navbera çend mehan de ji holê rabe û tiştek bi navê kurd jî nemîne. Lê hêzên komploger ev ji bîr kirin ku PKK ne tevgereke hêsane û ne weke hemû serhildanên kurd yên berê ne. Tevgera PKK’ê raman û baweriye û ya herî girîng jî PKK ne eşîre, gel e. Lewma dema ku rêber APO hate dîl girtin, li hemû Kurdistanê û derveyî welat gelê kurd derket kolanan. Gelê kurd di pratîkê de wiha got; ‘belkî hûn yek APO dîl bigirin, lê 40 milyon APO li dervene.’ Ev jî tê wateya ku rêber APO ne tenê fîzîkiye, ew raman, hişmendî, exlaq, çand û jiyan e. Armanca plangeriya 15’ê sibatê xwest ku îradeya gelê kurd bişkîne û vîna kurdan ji bo azadiyê tune bike. Lê helwesta gelê kurd ewqas bi hêz bû ku; di kesayeta rêber APO de azadî û hêviya xwe didît. Dema ku êrîş hate ser rêber APO ev êrîş weke ku êrîşeke li ser wî pêk hatiye wiha helwesta xwe dan diyarkirin û xwedî li Rêberê xwe derketin. Lewma di vê demê de serok wezîrê wê demê yê Amerîkayê daxuyanî da û got; “ Me dizanî ku wê gelê kurd helwesta xwe diyar bike, lê me di vê astê de nedizanî ku wê gelê kurd wiha xwedî li Rêberê xwe derkevin.”

‘SERKEFTIN YA GELÊ KURDE’

Xebat Hewlêr her wiha bal kişand ser siyaseta ku di roja îro de jî birêve diçe û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Dema ku em komploya navnetewî dinirxînin di roja îro de jî ev plan xwe berdewam dikin. Îro jî dema ku em siyaseta heyî digirin dest emê bibînin ku dixwazin kurdekî koletiyê qebûl dike û her dem di bindest meye biafirînin. Lê bi rêbertiya rêber APO û PKK’ê kurdekî bi hêz û xwedî îrade hatiye avakirin. Ji ber vê niha jî ewqas şer û pevçûn berdewam dikin. Mînak em dibînin ku ji aliyekî ve hevdîtin bi Rêber APO re pêk tên ji aliyê din ve jî li Parîsê sê hevalên me yên jin hatin qetil kirin. Ger bi rastî dewleta tirk dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike çima ewqas balafirên xwe yên şer dişîne ser çiyayên Kurdistanê? Û alîkariyê dide giropên çete û êrîşan dibe ser gelê kurd yên Rojavayê Kurdistanê? Ji ber vê em dibêjin ku hîn jî plangerî û komplo berdewam dike. Lê tiştê herî zêde di roja îro de cihê kêfxweşiyê ye ku yekîtiya netewî di nava gelê kurd de pêk hatiye û ev bi alîkariya gelê em yê başûr Rojavayê Kurdistanê re diyar dibe. Careke din di salvegera vê plangeriya navnetewî de em hemû hezên ku di vê komployê de cihê xwe girtine şermezar dikin. Ji her demê zêdetir serkeftin ya gelê kurd e.