Li Qereyaziyê şer: Gel herikî herêmê
Li Qereyaziyê şer: Gel herikî herêmê
Li Qereyaziyê şer: Gel herikî herêmê
Li herêma Elmalidere ya 30 kîlometre dûrî navçeya Erzîrom Qereyaziyê, di navbera leşkerên Tirk ên derketin operasyonê û gerîlayên HPG'ê de şer derket. Piştî ku gel herikî herêmê, leşker neçar man xwe vekişînin.
Di navbera leşkerên Tirk ên li bejahiya Elmalidere ya Qereyaziyê derket operasyonê û gerîlayên HPG'ê de şerekî demkurt rû da.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, leşkerên Tirk ên bi 4 maşînên leşkerî li ser girekî bicih bûbûn, gule li herêmên gerîlayên HPG'ê reşandin.
Bi bihîstina dengê çekan re gelê li gundên derdorê herikî herêma şer. Bi hatina gel re leşkerên Tirk neçar man xwe vekişînin Qereqola Elmalidere.
Der heqê encamên şer de agahiyek zelal nehat bidestxistin, lê belê gel hînê li herêmê ye.
Di vê navberê de hat ragihandin ku ji navenda navçeya Qereyaziyê HDP û DBP'yî ber bi herêmê ve ketine ser rê.