Li Qersê 11 xwendekar hatin girtin

Li Qersê 11 xwendekar hatin girtin

Li Qersê ji 35 kesên hatin binçavkirin, 11 jê hatin girtin.
Piştî li Geverê polîsan mudaxaleyî girsê kir û 2 welatî qetilkirin û kesek jî birîndar kirin li Qersê û gelek bajarên din çalakiyên girseyi hatibûn lidarxistin. Di çalakiyên li Qersê de polîsan mudaxaleyî girsê kiribû û 35 welatî binçav kiribûn. Ji 35 welatiyan jê 8 welatî li midûriyeta polîsan hatin berdan. 27 kes jî sewqî dadgehê hatin kirin. 16 kes li dozgeriyê serbest hatin berdan û 11 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Heyeta dadgehê piştî li îfadeya 11 kesan guhdar kir, der barê 11 kesan de bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kirine" û "Endamê rêxistinê ne" biryara girtinê da. Heyetê kesên bi navê Emrah Ataç, Adîl Bozkurt, Osman Ertaç, Mazlum Ozen, Îbrahim Kaya, Îbrahim Dursunoglu, Abdullah Turfent, Huseyin Nergiz, Bahtiyar Bariş Yurtseven, Emrah Îşler û Unal Yildiz girtin û şandin Girtîgeha Qersê.