Li Qestelê 11 çete hatin kuştin
Li Qestelê 11 çete hatin kuştin
Li Qestelê 11 çete hatin kuştin
Pevçûnên li derdora gundê Qestel Cindo ya navçeya Şera ya herêma Efrînê di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) de berdewam in.
Komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) ji êvara bihurî ve hewl didin êrîşî girên ku hêzên YPG’ê têde bi cih bûne bikin. Di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de 11 çete hatin kuştin û wesayîtên wan hatin rûxandin.
Çavkaniyen herêmî dan xuyakirin ku îro jî çeteyan êrîşên xwe dubare kirin. Her wiha çete rastî bersiva YPG’ê hatin û pevçûn heta niha berdewam in.